Spasdariya ji bo Blogerê Navdar û Hêja, Brêz Zinar Xamo

Blogerê Kurdê navdar Brêz Zinar Xamo, di bloga xwe ya bi navê HINDIK RINDIK de nivîseke derbarê vê blogê de nivîsiye. Em gelek kêfxweş û bextewerin ku rêzdar bloga me hêjayî nirxandinê ditiye û mînak nişan daye. Vê keda wî em hîn pirtir li nivîsandina blogeriya Kurdî gurtir kirin û moral da me.  Her çiqas em nekarîn qasî kesayetên weke wî kedê bidin zimanê Kurdî jî, me xwest qasî dilopekê be jî xwîdana me jî bikeve nava kedeke bi vî awayî. Em gelek û gelek malavahiya wî dikin. her wisa hineke rexne jî pêş xistine, em ê di nivîsên pêşdetir de li ser van esasan nivîsên xwe li ber çavan re derbas bikin. Şîroveya brêz a li ser malpera me kirî û nirxandina di bloga xwe de kirî, di malpera me de jî weke xelatekê hatiye weşandin.
                        Em weke Bloga xwezayi.blogspot.com ê, di kesayeta wî de hemû Blogerên zimanê Kurdî silav dikin.



Şirove:
Ev cara pêşî ye ez bloga Xwezayî ziyaret dikim. Bi dîtina vê bloga xweşik pir kêfxweş bûm. Blogeke tam min xeyal dikir. Min çend caran qala lazimiya blogên wiha kir. Dibê blogên li ser mijarên cihê û qadên cihê zêde bibin. 
Kê aqilê çêkirina blogeke wiha kiribe tiştekî pir baş kiriye. Ez xwediyê blogê pîroz dikim.
Min bala xwe neda hemû beşan, lê bi qasî min dît zimanê blogê ne zimanê gel e, zimanekî "akademîk" e, bi kêmanî ew bîn jê tê. Bi dîtina min dibê meriv bi zimanekî sivik binivîse, dibê her kes jê fêm bike. Zimanekî sivik pir muhîm e.
Hingiv bûye "hingivî". Ji dêlî meriv bibêje "hingivî kêrî çi tê ?", bibêje "hingiv bi kêrî çi tê ?" xweştir e.
Ez zanim hin kurd wer dibêjin.
Lê dîsa jî hûn zanin.
Û hin gotinên herêmî, biyanî jî meriv di nava parantêzê/kevanê da maneyên wan binivîse baştir e. Mesela ez nizanim ”pate”, ”pateyên bi gaz” çi ye? Meriv îzah bike baş e. Dibê xwendevan nivîsê fêm bike.
Ezê di bloga xwe da qala vê bloga we ya delal bikim.
Ji we ra serketinê dixwazim.



Nirxandin:

...............

Piraniya blogan wiha qelp û kuş derketin. Bloga navê wê bi kurdî bû gava min vedikir ziman tirkî derdiket. Ji nava 145 blog bi zor min 35 blog kirin lîsteya xwe.


Berê hema hema hemû blogên kurmancî siyasî û edebî bûn, blogên li ser mijar û babetên cihê cihê, mesela li ser heywanan,  xwarinê, magazîn, bajaran û hws tunebûn. Lê nuha ne zêde bin jî çend blogên balkêş hene. Nuha wexta min tuneye qala wan blogan û babetên wan bikim.


Lê blogeke heye pir balkş e, dixwazim ji we ra bi kinî qala  wê bloga bi feyde bikim.


Navê blogê  xwezayi blogspot.com  e.


 {nivîsa ji bo lînk pêve bê dayîn xelet hatiye bijartin :))) }


Mottoya, slogana blogê ” Jiyan bi xwezayî watedar û xweş e”.


Blog dixwaze jiyaneke ekolojîk fêrî xwendevanên xwe bike.


Dibê însan çi bixwe û xwe ji çi û kîjan xwarinan biparêze û kîjan 


fêkî û sebze ji bo siheta însên baş û bi feydeye.


Yên dixwazin nexweşiyên fetmayê ji xwe dûr xin û jiyaneke bi 


sihet û ekolojîk bijîn dibê bloga ”xwezayî” taqîb bikin.


Ji dêlî hûnê şekir bavêjin çay û qahwa xwe, kevçîyek, hingiv 


bavêjinê ji bo siheta we baştir e. Hingiv him enerjiyê dide meriv û 


him jî ji bo kuxukê û hin tiştên din baş e.



Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin

Di blogê da di heqê gelek fêkî û sebzeyên ji bo siheta însên pir baş 


û bi feyde ne, mesela li ser hinarê, gizêr, sîrê û gelekên din zanîn 


pir hêja hene.



Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin.


Ji zûda ye min blogên wiha xeyal dikir. Bi dîtina vê blogê ez pir 


kêfxweş bûm. Hûn jî carê rêya xwe pêxin. Soz didim we hûnê pir 


memnûn bibin.



Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin

No comments:

Post a Comment