Behîva Tahl(Acı Badem)


Fêkiyeke ji fêkiyên destpêka demsala biharê ye.

Ji Çi Re Baş e?:
Melhema paqijiya Çermî: Rûnê behîva tehl rûyê mirov paqij dike.
Melhema Terikandinê: Melhema wê ji jinên bihemil re baş e. Nahêle zikê wan biterike.
Bawesîr: Merhema bi sêk û behîva tehl bê çêkirin û cihên basûr lê heyî re bê karanîn, basûrê baş dike.
Zik û Edaba Hundirîn: Mirov rojê 2-3 kakilê behîva tehl bixwe ji edaba hundirê mirovan re baş e.
Lênerîna Pirçê: Melhema bi rûnê zeytê bê çêkirin û porê re bê dayîn, pirçê têr dike û diparêze. 
Kevirê Gurçikê: Xwarina behîva tehl kevirên ser gurçikê dihelîne.
Naveroka Wê:
  • Li goreyî behîva şirîn, rûnê wê kêmtir e.
  • Di navroka wê de li goreyî behîva şirîn %9 kêmtirîn amygdalin glîkozît asîda siyanidirik heye. Ev cure asîd bijehre.
Bandorên Wê Yên Neyînî:
10 liv behîvên tehl xwarin dikare bibe sedemê hinavê mirov biçe, 20 liv jî dikare mirovekê di jehrê bixe. Lewra divê zêde neyê xwarin. Dema miroveke bi behîva tehl jehrê ket, divê mirov sîr û cacika sîr û xiyaran lê bide xwarin û demildest bibin nexweşxanê. 
Kêmxwarina wê xweşiya canî, zêdexwarina wê êşa canî...;))

No comments:

Post a Comment