SÎR(Sarımsak)

Sîr Kêrî ÇÎ Tê?
      Her çiqas ji ber bêhna wê gelek kes sîrê nexwe jî, kêrhatina wê ya tenduristiya mirovan sîrê dike jêveneger.
     Sîr, antîbiyotîkeke gelek bihêz a xwezayî ye. Hem mîkroorganîzmayan hem jî bakteriyan dike armanca, bi vî awayî radeya bakteriyên qenc zêde dike ü heman demê de parazîtan dikuje. Ji ber dişibin hev, tevlîhevkirina sîr ü pîvazê bandora wan zêde dike.


Nirxê Sîrê Yê Xurekî(Besin Değeri)
4-5 Didan Sîr(nêzî 18 gr)
·        Hewcedariya rojane ya magnezyonê %15
·        Vîtamîna B6 %11


·        Vîtamîna C %9.3
·        Seleniyum %3.6
·        Kalsiyom %3.2
·        Fosfor %2.7
·        Vîtamîna B1 %2.6
·        Sifir(bakîr) %2.5  di nava xwe de dihewîne.
Bandorên Sîrê Yên Li Ser Tenduristiyê;
Tenduristiya Dil Û Rayên Laşî: Hemû çavkaniyên zanistî hevpar diyar dikin ku sîr kolesterola trigliserid û total dixe(qasî %7-%8) jêr. Taybetî ji bo rayên laşî ji stresa enflamatuar û oksidatif bi parêze gelek bandorker e. Her wisa alojenên nahêle xwîn tîr bibe din ava xwe de dihewîne û nahêle xwîn tîr bibe. Herî dawî jî zêde wîtamîna B6 têde heye û ev wîtamîn asta xetereya homosisteîn ji rayan re çêdike kêm dike.  
Tansiyon: Hêmana “alliin” a bêhnê dide sîrê, hormona peptît “anjyotensin2” ya rayên laşî teng dike û bi vî awayî dibe sedem ku fişera(basînç) xwînê bilind bibe dixe bin kontrolê. Cudatir bi tayberiya xwe ya tenikkirina xwînê gera xwînê hêsantîr dike û dibe alîkar ku tansiyon di asta asayî de bimîne.
Antî Bakteriyel: Sîr, pêvajoya başbûna nxweşiyên bakterî û vîrûs bûne sedem kurt dike. Di hineke lêkolînan de derketiye holê ku bakteriyên li himber antbîyotîkan bihêz, bi toza sîrê karanînê re tûne bûne.
Penceşêr(Kanser): Di encama hineke lêkolînan de derketiye holê ku xwarina sîra nepijandî, xetereya ketina penceşêra roviya stûr û zikî kêm dike. Di van lêkolînan de aşkere bûye, bandora penceşêra kolorektal %30 kêm kiriye. Li goreyî “Xebata Tenduristiya Jinê Ya Eyaleta Lowa” li ser 41.000 jinan hatî kirin, jinên bi awayeke demdirêj sîr, fêkî û mêwe dixwin, ji jinên nexwin %35 kêmtir dikevin penceşêra roviya stûr.
Bapêş(Nezle): Di demsala zivistanê ya mirov herî zêde dikeve nexweşiya bapêşê de karanîna sîrê mirov pergala parastina laşê xwe hêz dike û rê li ber nexweşiyen vê demsalê teng dike. Her wisa bi xwarina sîra nepijandî zûtir ji van nexweşiya xilasbûn jî pêkan e.

Hêsin(Demir): Proteîna “ferroportîn” ya ji hêsinê di nava xwînê de diêeri re dibe pir, bi xwarina sîrê tê  xwurtkirin.

Berjewendiyên Sîrê Yên cudatir
·         Ji hêla selenymê ve dewlemend e
·         Mişexurên(parazît) roviyan paqij dike
·         Melhema wê nexweşiya nava çaqan baş dike
·         Antîoksîdan e
·         Kolesterola baş bilind dike
·         Xetereya qeyrana dil kêm dike.
·         Ji bo edaba guhan baş e
·         Ji Xwera qirikê re baş e
·         Ji bo parastina ji zexmiyê alîkar e
·         Ji hêla wîtamîn û mîneralan ve dewlemend e
·         Ji bayên zikî re baş e
·         Ji helandina xwarinê re baş e
·         Ji bo birînên çermî tê karanîn

Em Sîrê Çawa Bixwin?
Pisporên xwarinê dibêjin, ji bo em sûdê ji sîrê bigirin divê em nepijandî bixwin. An jî dema em bikin nava xwarina pijandî de, berî ku em xwarinî ji ser agirî danin 3-4 hûrdeman(dk) em sîran bavêjin nava xwarinê. Divê zêde nepije an dê bandora xwe wenda bike. Ger mirov 5-10 hûrdeman sîrê bipijîne sûlfûra ji tenduristiyê re baş bandora xwe wenda dike. 

No comments:

Post a Comment