HINGIVÎ(BAL)

Hingivî Kêrî Çi Tê?

Tama Xweş: Hûn çay an jî qehweya xwe bi şekir vexwin, nekarin dest ji şirînahiyê verdin û bi xwarin û vexwarina van re ji qelewiyê bitirsin, li şûna şekir û tiştên şirîn ên xirab hingiviyê xwezayî bikar bînin. Hingiviyê xwezayî her çiqas li goreyî şakirên din pirtir şekirî di nava xwe de bihewîne jî, çavkaniyeke ya mexzena şekir a baştir e.

Dermanê Birînan: Ger hûn li ciheke nekarin pateyên bigaz, avên antîseptîk û merheman peyda bikin bin, hûn dikarin hingivî ji bo birînên birî û birînên şewatê bikar bînin. Ji bo saxkirinê mîna merhemê ser birînan re bidin. Ji mîkroban diparêze û birînan zûtir sax dike. Heya birîn sax bibe, her 12 demjimê hingivîyê ser birînû biguherin.

Bandora Wê ya Antîoksîdan: Polîfenoller a di nav çavkaniyên giyayî de, weke antîoksîdana her bi bandor tê zanîn. Li himbeî nexweşiyan parastina pergala laşî dike. Ger hûn ne nexweşên şekirî bin, li şûna şekirê çêkirî hingivî xwarin mirovan ji penceşêr û nexweşiyên dil diparêze.
Enerjî: Ger hûn zû biwestin, kevçikeke hingivî bixwin, dê we ser piyan bigire û nahêle di xebatan de hûn bêhal bikevin. Hingivî ji ber kaniya Fruktoz, glîkozê û maka antîoksîdanan e, li şûna çiqolata, toza karbonhîdrat an jî vexwarinên hêzê didin mirovan çavkaniyeke xwezahiya hêzê ye.
Kuxik: Hingivî ji ber derbaskirina kuxikê çareseriyeke bi bandor e. 2-3 kevçikên çayê hingivî bikin nav ava germ de û vexwin, dê kuxikê kêm bike.  Pispor dibêjin, teqez divê hingivî nedin zarokên ji yeksaliyê kêmtir.

Kolesterol: ji bo daxistina kolstrola xirab”LDL” dikare bê kar anîn. Lêkolînên li ser vê mijarê hatî kirin dayê xûyakirin ku domdar hingivî xwarin %5 giştî kolstrolê kêm dike.

Reflû: Tevlîkirina hingivî û sêkê ji bo hevsengiya asîda zik û êşa nava mirovan tê karanîn.
Dermanê Çermê Laş e: Ji ber naveroka xwe ya paqijkirina edab û bakteriyan, ji pirzikên rûyan re gelek baş e. Dema mîna merhemê ruû re bê dayîn, nahêle pirzik di rûyan de derkeve û yên heyî jî hişk dike. Her wisa nêmê di nava çermî de dihêle û çermê rû nerm dihêle. 

1 comment:

  1. Ev cara pêşî ye ez bloga Xwezayî ziyaret dikim. Bi dîtina vê bloga xweşik pir kêfxweş bûm. Blogeke tam min xeyal dikir. Min çend caran qala lazimiya blogên wiha kir. Dibê blogên li ser mijarên cihê û qadên cihê zêde bibin.
    Kê aqilê çêkirina blogeke wiha kiribe tiştekî pir baş kiriye. Ez xwediyê blogê pîroz dikim.
    Min bala xwe neda hemû beşan, lê bi qasî min dît zimanê blogê ne zimanê gel e, zimanekî "akademîk" e, bi kêmanî ew bîn jê tê. Bi dîtina min dibê meriv bi zimanekî sivik binivîse, dibê her kes jê fêm bike. Zimanekî sivik pir muhîm e.
    Hingiv bûye "hingivî". Ji dêlî meriv bibêje "hingivî kêrî çi tê ?", bibêje "hingiv bi kêrî çi tê ?" xweştir e.
    Ez zanim hin kurd wer dibêjin.
    Lê dîsa jî hûn zanin.
    Û hin gotinên herêmî, biyanî jî meriv di nava parantêzê/kevanê da maneyên wan binivîse baştir e. Mesela ez nizanim ”pate”, ”pateyên bi gaz” çi ye? Meriv îzah bike baş e. Dibê xwendevan nivîsê fêm bike.
    Ezê di bloga xwe da qala vê bloga we ya delal bikim.
    Ji we ra serketinê dixwazim.

    ReplyDelete