ÎSOT/îsota Tûj(Acı Biber)

Îsot a tûj.
Bi kêrhatina kirina nav xwarina pijandî re, beyî ku bê pijandin jî tê xwarin. Di herdu awayan de jî bandora xwe wenda nake. Ji laşê mirovan re kaniyeke ya têrker û parasinê ye.
Wîtamînên di îsoteke tûj a qasî 45 gr de;
·         18 kalorî
·         530ÎU wîtamîna A
·         109 mg wîtamîna C
·         0.3 mg Wîtamîna E
·         6.4 mcg wîtamîna K
·         10.4 mcg Folat

Bi wîtamînên di nava xwe de dihewîne îsota tûj mexzeneke ya tenduristiyê ye. Îsota di şaristaniyên kevin de ji bo dermançekirinê dihat karanîn, taybetî ji hêla wîtamînên C, K, E, û A ve gelek dewlemend e.

Wîtamîna E antîoksîdaneke gelek bihêz e. Îsot ji ber vê taybetiya xwe, li himber pîrbûnê çermê laşî diparêze. Pergala parastina laşê mirovan di radeyeke jor de xurt dike. Bi vî awayî laşê mirovan di serî de li limber penceşêrê û gelek nexweşiyan diparêze. Pêşiyê li nexweşiya pîrbûnê/alzheîmerê jî digire. Taybetî ji bo tenduristiya çavan nebe nave ye. Tenduristiya çavan diparêze û rê nade xerabûna çavan.
Wîtamîna A ji çavan re gelek baş e. Şev dîtina çavan bi wîtamîna A  pêkan e. Ji şevkorikan re baş e. Hestî, diran, por û neynûkan hêz dike û diparêze. Wîtamîna A ya çermî ciwan dike her wisa dermana xwezayî ya ûlserêye jî. Ji bo zarokên jinên bi heml baş mezin bibe, teqez divê wîtamîna A bistînin.
K wîtamîna dibe sedem ku xwîn tîr bibe, ji zêdeyî ve di îsota tûj de heye. Wîtamînên weke B2, B3 û B6 jî di nav îsota tûj de hene. Dîşa 7 qetê lîmonê wîtamîna C di nav îsota tûj de heye. Di 100 gr îsota tûj de nêzîkî 240 mg wîtamîna C heye, ev jî qasî sê qetî hewcedariya laşê mirovan a bi wîtamîna C heyiye.
Bi van wîtamînên di nava xwe de dihewîne, îsota tûj weke mexzena wîtamînan ji me re dibe alîkareke sereke.
Mîneralên Di Nava Îsota Tûj De
îsota tûz a ji aliyê wîtamînan ve gelek dewlmend, her wisa ji aliyê mîneralan de jî gelek tejiye. Taybetî ji aliyê hesin û manganezê ve tejiye û di nava xwe de mîneralên wekî sodyum, potasyum, fosfor û selenyumê jî dihewîne.
Manganez, di helandina xwarinan û ji wan enerjî standinê de peywirdar e. Li tenişta vê di pêşketina hestiyan de jî erkdar e. Taybetiya wê ya herî girîng, ji bo hêza zayendî zêdekirinê gelek baş e. Ji bo nexweşiya bêdûndaniyê jî gelek qenc e.

Kêmasiya malikên xwînê yên sor ên sedema nexweşiya bêxwîniyê/anemiyê, ji ber kêmasiya hesinê di nava xwîna mirovan de ye. Îsota tûj yekcar weke mexzena hesinê nava xwînê ye. Ger mirov bêje, alîkareke sereke yê nexweşiya bêxwîniyê baş bike îsota tûj e, dê ne xelet be. 

No comments:

Post a Comment