BERÛ (Berûya Dara Mazî)

Dema Çinînê:


 Hîn baş ne sewayî navbera 15 Tebax û 15 îlonê demên herî başê komkirina wan e. Piştî komkirinê 10-15 rojan li ber tavê tên hişkkirin. Mijara girîng ew e ku divê berû ji deverên dûrî bermayên kîmyewî, dermanên çandiniyê û zibilê kîmyewî dûr bên çinîn. Ji ber fêkiyeke bermahiyan kom dike ye.



Madeyên Di Nav Berûyan De Çi Ne?

Mazî Û berû fêkiyên maddeyên wekhev ên qenc din ava xwe de dihewînin. Di naveroka wan de sereke, Gallîk, tanen, asîda gallîk, asîda ellagîk, nîşasta û şakir heye.

Ji Çi Re Baş e?(Kêrî Çi Tê?)

  • ·         Ji ber bandora wê ya mirovan qeviz dike, di nexweşiya hinavîşê de
  • ·         Ji ber bandora qujeriya mîkroban û sekinandina xwînê ji bo pêçandina birînên vekirî û birînên hundir de
  • ·         Ji ber bandora zuhakirina edabê, di edabgirtina qirik, çav û mîlakê de
  • ·         ji ber bondora wê ya li ser aramkirina rayan, ji nexweşiya basûrê re
  • ·         ji ber nexweşiyên bîrûv û bûkikê


Çawa Tê Amadekirin?

  •       Vexwarina ava Berûya dara mazî ya bi qalikê wê re hatî kelandin û bi hingivî hatî şirînkirin, ji edaba qirikê, edaba mîlakê, edaba çavan re baş e. Her wisa ji hinavîş, penceşêr, anjîn, bawesîr, şewata zik, birîna hundirê zik, astirît û birînên devan re baş e.
  •       Ji bo nexweşiya hinavîşa giran, rojê 2-3 caran grameke toz/pûka berûyê xwarin baş e.
  •       Taybetî ji bo nexweşiyên hundirîn(şewata zik, gastirît, ûlser..hwd) 15 gr. Toza berûyan di litreyeke avê de bê kelandin, bi hingivî an k-jî dimsê bê şirinkirin û rojê 2-3 piyale were vexwarin baş e.
  •       Bi ava têde pel, qalik û berûyên dara mazî hatî kelandin serşûştin, bîrûvê tûne dike.

No comments:

Post a Comment