HINAR(Nar)

Kêrhatina Gul û Dendika Hinarê



1-   Pêşiyê li hinavçûyînê digire û Hinavîşê baş dike
2-   Gula hinarê maliên/hûcreyên mirî nûjen û zindî dike. Ji bo çermê laş dendika hinarê karanîn hîn baştir e.
3-   Ji bo pêşîgirtina li qeyranên şirnahîxwarinê baş e.
4-   Ava dendikê hinaran li ser devê xwe werdan, pêşiyê li nexweşiyên dev û diranan digire.
5-   Ava gula hinarê kurmê zikan dikuje.
6-   Di nexweşiyê kuxik û cemidanê de xwedî bandoreke bêhnfirekirinê ye.
Hinar Kêrî Çi Tê?

Ji Nexweşiya Penceşêrê Diparêze
Li goreyî lêkolînên hatîn kirin, hinar pêşiyê li belavbûna malikên pencerêrê digire û her wisa taybetiyeke wê ya kujeriya malikên penceşêrê jî heye.
Ji Bawesîrê re baş e
Nexweşiya basûrê di nav civakê de gelek zêde ye. Çengeke qalikê hinarê bixin nav nîv lître av de, qasî 4 demjimêran bisekinînin û paşê vexwin, dê ev av bawesîra we baş bike.
Ji Birînên Şewatê re Baş e
Merhema bi qalikê hinaran hatî çêkirin, birînên ji ber şewatê baş dike. Qalikê hinarê yê hêrayî ji birînên ji ber şewatê baş dike. Mîkrobên li ser birînê tune dike.
Ji Pergala Hezimkirina Xwarinê Re Baş e
Hinareke xwezayî ya di demsala wê de bê xwerin ji pergala helandina xwarinê re gelek baş e.
Ji Êşa Hestiyan Re Baş e
Her roj hinar xwarin, êşa hestiyan kêm dike û bi demê re vê êşê ji holê radike.
Mîkrobên Di Xwînê De Paqij Dike
Anîoksîdanên di nav xwînê de xwedî bandoreke paqijkirina xwînê ne.
Nexweşên Zatûreyê Baş Dike
Ji ber hinar pergala parastina laşî hêz dike, ji nexweşên zatûre re tê pêşniyarkirin.
Ji Serhişêxweçûyînê Re Hinar
Ji ber bandora wê ya hevsengiya vekêşanê/tansiyonê diparêze, ava hinarê dayîna kesekê ji ser hişê xwe çûyî, tîne ser hişê wê/wî.

No comments:

Post a Comment