GÎZER(Havuç)

Gîzer ji Bo Çi baş e?



 Beta Karoten: Beta Karoten pîgmenta rengê gîzerê dide wê ye. Laş Beta karotenê diguherîne wîtamîna A yê. Ji ber vê gîzer, ji bilî çavkaniyên ji sewalan tên peydakirin, çavkaniya ji alîyê wîtamîna A ve herî dewlemend e. 
Beta karoten a antîdoksaneke bandora wê zêde, li himber oksîdatîfa radeya ketina nexweşiya dil û gelek nexweşiyên din zêde dike, laşî diparêze.
Ji Penceşêrê Parastin: Gîzera ji aliyê xwe yê beta karoten û antîoksîdanûn din ve dewlemend, ji bo neketina penceşêrê dibe alîkar. Di lêkolîneke zanistî de derketiye holê ku bernameyeke xwarina ji aliyê beta karotenê ve dewlemend xetereya penceşêra gunan(hêlik), penceşêra pişê û penceşêra rûviyên stûr kêm dike.
Nexweşiya Losemî: Li goreyî lêkolîneke di sala 2011 yê, kîmyasalên bîoaktîf, mîyeloîd û lenfoîd ên di nava ava gîzerê de pêşiyê li mezinbûna malikên penceşêrê digire. Li goreyî lêkolîna Navenda Tenduristiya San Dîego jî, gîzer ji bo xetereya penceşêra malika mîzdankê tê pêşniyarkirin.
Tenduristiya Dil: Li goreyî lêkolîna 10 salan a li Enstitûyeke Hollandayê, sebzeyên rengên wan zer û pirteqalî, xetereya ketina neweşiyên kardiyovaskûler kêm dike. Di kesên gîzeran dixwe de xetereya neketina nexweşiyên dil û rayên laşî li goreyî kesên gîzeran naxwe %32 kêmtir e.
Tenduristiya Çavan: Kêm zêde em hemû dizanin gîzer ji bo çavan baş e. Lêkolînên hatîn kirin vê zanîna me pişterast dike. Glokoma di nav civakê de weke tansiyona çavan tê zanîn, dibe sedema li nava çavên mirovan de pestandin/basinç zêde bibe û ev ji sedema xirabûna çavan e. Gîzer ji bo vê yekê jî gelek kêrhatiye.  Her wisa beta karotena vediguhere wîtamîna A, ji bo çavên mirovan xwe goreyî ronahiyê duguhere û nahêle çav zûha bibin.
Potasyum: Gîzer, yek sebzeyên ji aliyê potasyumê ve herî dewlemend e. Potasyum, mîneraleke ji peywira şiqulîna mejî bigire heya tenduristiya dil, ji şekirê xwînê parastinê bigire heya hişkbûna rayên laşî di gelek hêlan de ji aliyê laşî de tê karanîn. Her wisa potasyum, hormonên stresê yên weke kortîzon û adrenalîn dixe hevsengiyekê û nahêle mirov bikeve nava metirsîn û stresê.
Pergala Parastina Laş: gîzera bi wîtamînên A, B, C, B yê di nava xwe de dihewîne, hewcedariyên laşî yên bi hesin, sirf, û çînko pêk tîne û tekoşîna laşî ya li hember enfeksiyonan xurt dike. 
Parastina Ji Pîrbûn û Rojê: Bandora gîzerê ya antîoksîdan çermî li himber tiştên çermî hişk û zûha dike diparêze, ji bo çerm nerm bimîne dibe alîkar û bandora pîrbûnê kêm dike. Xwarina gîzeran mirovan ji tirêjên fojê UV û şewata ji ber tirêjan diparêze.
·         Xweînê paqij dike.
·         Hevsengiya asît alkaliya di laşî de diparêze.
·         Nahêle tansiyon bilind bibe.
·         Kolestrol xirab dixe xwarê û ya baş jî bilin dike.
·         Bandora pîrbûnê kêm dike.
·         Bakteriyên di devên mirovan de paqij dike û diranan diparêze.


·         Li himber birînên zikî parêzvan e. 

No comments:

Post a Comment