HINGIVÎ(BAL)

Hingivî Kêrî Çi Tê?

Tama Xweş: Hûn çay an jî qehweya xwe bi şekir vexwin, nekarin dest ji şirînahiyê verdin û bi xwarin û vexwarina van re ji qelewiyê bitirsin, li şûna şekir û tiştên şirîn ên xirab hingiviyê xwezayî bikar bînin. Hingiviyê xwezayî her çiqas li goreyî şakirên din pirtir şekirî di nava xwe de bihewîne jî, çavkaniyeke ya mexzena şekir a baştir e.

ÎSOT/îsota Tûj(Acı Biber)

Îsot a tûj.
Bi kêrhatina kirina nav xwarina pijandî re, beyî ku bê pijandin jî tê xwarin. Di herdu awayan de jî bandora xwe wenda nake. Ji laşê mirovan re kaniyeke ya têrker û parasinê ye.
Wîtamînên di îsoteke tûj a qasî 45 gr de;
·         18 kalorî
·         530ÎU wîtamîna A
·         109 mg wîtamîna C
·         0.3 mg Wîtamîna E
·         6.4 mcg wîtamîna K
·         10.4 mcg Folat

Bi wîtamînên di nava xwe de dihewîne îsota tûj mexzeneke ya tenduristiyê ye. Îsota di şaristaniyên kevin de ji bo dermançekirinê dihat karanîn, taybetî ji hêla wîtamînên C, K, E, û A ve gelek dewlemend e.

HINAR(Nar)

Kêrhatina Gul û Dendika Hinarê



1-   Pêşiyê li hinavçûyînê digire û Hinavîşê baş dike
2-   Gula hinarê maliên/hûcreyên mirî nûjen û zindî dike. Ji bo çermê laş dendika hinarê karanîn hîn baştir e.
3-   Ji bo pêşîgirtina li qeyranên şirnahîxwarinê baş e.
4-   Ava dendikê hinaran li ser devê xwe werdan, pêşiyê li nexweşiyên dev û diranan digire.
5-   Ava gula hinarê kurmê zikan dikuje.
6-   Di nexweşiyê kuxik û cemidanê de xwedî bandoreke bêhnfirekirinê ye.
Hinar Kêrî Çi Tê?

BERÛ (Berûya Dara Mazî)

Dema Çinînê:


 Hîn baş ne sewayî navbera 15 Tebax û 15 îlonê demên herî başê komkirina wan e. Piştî komkirinê 10-15 rojan li ber tavê tên hişkkirin. Mijara girîng ew e ku divê berû ji deverên dûrî bermayên kîmyewî, dermanên çandiniyê û zibilê kîmyewî dûr bên çinîn. Ji ber fêkiyeke bermahiyan kom dike ye.

CATIR(Kekik)

      Catir; ji aliyê hêsin, manganez, potasyûm, kalsiyûm, mahnezyûm, û selenyûm ve gelek dewlemend e. Catir, di nava xwe de 0,35 mg wîtamîn, B6 û pîrîdoksînê dihewîne. Her wisa nava wê de wîtamîna A, asîda folîk, benzoîl peroksit û betakaroten heye.

Ji Çi Re Baş e?

1-   Bronşît Û Kuxik

Dermana Enfeksiyon Û Parazîtan A Xwezayî

Dermana Giyayî Ya Her Cûre Enfeksiyon û Parazîtan Tune Dike



      Dê ev dermana em bi we re par ve bikin, ji bo tekoşîna bi enfeksiyonan re û parazîtan ji laşê we avêtinê bibe alîkar. Dîroka gelek nexweşiyên îro tên jiyankirin, xwe dispêre mirovên mirovên sedema navîn. Mirov bêhêvî, bi parastina jiyana xwe re, ji bo tekoşîna bi van nexweşiyan re ketîne nava lêgerîna çareseriyên xwezayî yên van nexweşiyan. Wekî encama van lêgerînan, em ê bî vê nivîsê anîbiyotîkeke xwedî hêza bikare hemû parazîtan bikuje pêşkêşî we bikin.

SÎR(Sarımsak)

Sîr Kêrî ÇÎ Tê?
      Her çiqas ji ber bêhna wê gelek kes sîrê nexwe jî, kêrhatina wê ya tenduristiya mirovan sîrê dike jêveneger.
     Sîr, antîbiyotîkeke gelek bihêz a xwezayî ye. Hem mîkroorganîzmayan hem jî bakteriyan dike armanca, bi vî awayî radeya bakteriyên qenc zêde dike ü heman demê de parazîtan dikuje. Ji ber dişibin hev, tevlîhevkirina sîr ü pîvazê bandora wan zêde dike.

PÎVAZ(Soğan)


x

Pîvaz Ji Bo Çi Baş e?!
Ronê zêde yê laşê mirov dişewitîne. Kêmxwarina wê mirov birçî, zedexwarina wê mirov têr dike. Ronê di nava rayên laşî de paqij dike û bi vê re rayên laşî fireh dike. Ji ber ku rayên zirav dide vekirin, çermê kesên pîvazan dixwin têr xwîn e û selûlîtan, derikînên çermî, nîşaneyên pîrbûnê û çermînbûna dil aşan de bi demê re ji holê radike. ji mîzasiro û edaba di laşî de mayî baş e û dertîne der. Bayên di hundirê mirov de mayî asê dertîne. Qenciyeke din a pîvazê jî, ji berk u pîvaz di nava xwe de maddeyên antîbiyotîka xwezahî dihewîne, pirzikan hişk dike û dibe sedem pirzik zû serspî bibe. Taybetiyeke wê ya din jî, pîvaz êşbir e. Li himber bêhtengî û bronşîtê çareseriyeke bibandor a xwezahî ye. Bronşên nava pişê fireh dike û pişa kesên cixareyê dikêşin paqij dike.
Nexweşiyên Bi Pîvazê Baş Dibin Ev in

Bêhntengî(astim)
Diyabet(Şekir)
Tirşbûna û Baya Zik
Agirê Laş
Cemidahî
Kuxik
Bronşît
Tansiyona Bilind
Werimîna Qirikê
Birîn
Xwarin nexwarin
Hişkbûna rayên laşî