HINGIVÎ(BAL)

Hingivî Kêrî Çi Tê?

Tama Xweş: Hûn çay an jî qehweya xwe bi şekir vexwin, nekarin dest ji şirînahiyê verdin û bi xwarin û vexwarina van re ji qelewiyê bitirsin, li şûna şekir û tiştên şirîn ên xirab hingiviyê xwezayî bikar bînin. Hingiviyê xwezayî her çiqas li goreyî şakirên din pirtir şekirî di nava xwe de bihewîne jî, çavkaniyeke ya mexzena şekir a baştir e.

ÎSOT/îsota Tûj(Acı Biber)

Îsot a tûj.
Bi kêrhatina kirina nav xwarina pijandî re, beyî ku bê pijandin jî tê xwarin. Di herdu awayan de jî bandora xwe wenda nake. Ji laşê mirovan re kaniyeke ya têrker û parasinê ye.
Wîtamînên di îsoteke tûj a qasî 45 gr de;
·         18 kalorî
·         530ÎU wîtamîna A
·         109 mg wîtamîna C
·         0.3 mg Wîtamîna E
·         6.4 mcg wîtamîna K
·         10.4 mcg Folat

Bi wîtamînên di nava xwe de dihewîne îsota tûj mexzeneke ya tenduristiyê ye. Îsota di şaristaniyên kevin de ji bo dermançekirinê dihat karanîn, taybetî ji hêla wîtamînên C, K, E, û A ve gelek dewlemend e.

HINAR(Nar)

Kêrhatina Gul û Dendika Hinarê



1-   Pêşiyê li hinavçûyînê digire û Hinavîşê baş dike
2-   Gula hinarê maliên/hûcreyên mirî nûjen û zindî dike. Ji bo çermê laş dendika hinarê karanîn hîn baştir e.
3-   Ji bo pêşîgirtina li qeyranên şirnahîxwarinê baş e.
4-   Ava dendikê hinaran li ser devê xwe werdan, pêşiyê li nexweşiyên dev û diranan digire.
5-   Ava gula hinarê kurmê zikan dikuje.
6-   Di nexweşiyê kuxik û cemidanê de xwedî bandoreke bêhnfirekirinê ye.
Hinar Kêrî Çi Tê?

BERÛ (Berûya Dara Mazî)

Dema Çinînê:


 Hîn baş ne sewayî navbera 15 Tebax û 15 îlonê demên herî başê komkirina wan e. Piştî komkirinê 10-15 rojan li ber tavê tên hişkkirin. Mijara girîng ew e ku divê berû ji deverên dûrî bermayên kîmyewî, dermanên çandiniyê û zibilê kîmyewî dûr bên çinîn. Ji ber fêkiyeke bermahiyan kom dike ye.