Rêvas/Reun Ribes(Uçkun/Işgın)



       Giyayeke demsala bihara zû ye. Di mehên gulanê de şîn dibin.  Li erdnîgariyên çiyayi şîn dibe. Her çiqas nêyên xwarin jî gelek taybetiyên wan ê baş hene. Bi riyên zanistî hatiye pişterastkirin ku dermanên her derdî ye. Dermaneke xwezayî ye di nava civakê de. Navê wan ê "Reun Ribes” e. Ev giyayê maka xweşiyê ya taybetî ji bo tekoşîna penceşêrê tê karanîn, ji bo nûjenbûna û pêşketina şaneyan/hücre pir baş e. Giyayê di encama lêkolînan de aşkere bûyî ku di nava xwe de cewherên kîmyevî dihewîne, di başkirina gelek nexweşiyên giran de tê karanîn. Li welat bi navê "Mûzên Zozana" tê binavkirin. Giyayê rêvasan ji aliyê hewandina wîtamîna C de gelek dewlemend e û wîtamînên A, B1, B2, E û K jî dihewîne. 

       Rêvasên, taybetî ji bo başkirina nexweşiya penceşêra xwînê/lösemî kêrhatiye. Ji aliyê naveroka xwe ya dewlemendiya polîfenolî ve jî gelek başkêş e. Giyayê rêvasan ê janên zik aram dike, xwarinê dide helandin, heman demê de vereşanê/dilavêtinê dide sekinandin. Rêvasên ji bo nexweşiyên şekir û tansiyonê jî derman, her wisa bandoreke xwe ya afrodîzyaqî jî heye. Bi derbaskirina qebizbûnê re ji bo nexweşiyên bêhntengê, bêhçikîn, cemidahiyê, hinavçûyînê û birînên hemoroîd, ûlserê jî baş e. Bi bandora xwe ya grîb, nexweşiyên heraretî, gurçik, westan, bêxewî û stresê jî hatiye nasîn. Taybetî ji bo sererastkirina şekirê xwînê bibandor e. 

      Rêvasên xwedî taybetiya dilbirina xwarinê/iştah açıcı, dibe sedemê mirov xwe baş û bihêz hîs bike. Taybetî ji bo nîşanên di dema hemilketina jinan de derdikevin gelek baş e. Bi pêvedana nîşanên paşê li mirov derketîn re wan tune dike. Ji bo çermînbûna li laşê mirovan gelek kêrhatiye, xetên paşê li ser laşê mirovan tune dike. Pîrbûnê paş dixe. Rêvasên şekirê xwînê dadixe jêr, ji bo çêbûna nexweşiyên dil jî asteng e. Pergala parastina laşê mirovan hêz dike ku mirov dike xwedî laşeke baş. Rêvas ji bo çêkirina gelek dermanan tê bikaranîn. 

26.04.2018/BOTAN

No comments:

Post a Comment