Keyar/Kivark/Fungî(Mantar)




Keyar/Kivarik, demsala biharê dema xurîn/birûsk kete asîmanan û barana biharan dest pêkir, derdikevin. Demeke zû de mezin dibin û her wisa demek kin de jî hişk dibin. Nava gel de ji ber tama wan a xweş weke "Goştê Feqîran" jî tê binavkirin.
Keyarik, giyayeke xwezayî şîn dibe ye, ava wan ji nexweşiyên çavan re baş e. (Hedîsa Şerîf)

Behîva Tahl(Acı Badem)


Fêkiyeke ji fêkiyên destpêka demsala biharê ye.

Ji Çi Re Baş e?:
Melhema paqijiya Çermî: Rûnê behîva tehl rûyê mirov paqij dike.
Melhema Terikandinê: Melhema wê ji jinên bihemil re baş e. Nahêle zikê wan biterike.
Bawesîr: Merhema bi sêk û behîva tehl bê çêkirin û cihên basûr lê heyî re bê karanîn, basûrê baş dike.
Zik û Edaba Hundirîn: Mirov rojê 2-3 kakilê behîva tehl bixwe ji edaba hundirê mirovan re baş e.
Lênerîna Pirçê: Melhema bi rûnê zeytê bê çêkirin û porê re bê dayîn, pirçê têr dike û diparêze. 
Kevirê Gurçikê: Xwarina behîva tehl kevirên ser gurçikê dihelîne.

Gulbihar(Giyayê Kêvroşkî) / Tavşancıl Otu

Giyayê Gulbihar hema bêje li her deverên welat çêdibin. Di başkirina nexweşiya nemêriyê/kısırlık û aciziya zikî tê karanîn. Tama wê miz e. Li goreyî çavdêriyan, dema mozakeran daiye ser, serxweş bûye. 
Naveroka Wê:
  • Furocumarine
  • Rûnê difire
  • Tujiya baş
  • Kumarin
  • Glutamin
  • Arginin
  • Galakton
  • Araban
Bandorên Wê Yên Xirab tune ne. 
JI BO ÇI BAŞ E;

Spasdariya ji bo Blogerê Navdar û Hêja, Brêz Zinar Xamo

Blogerê Kurdê navdar Brêz Zinar Xamo, di bloga xwe ya bi navê HINDIK RINDIK de nivîseke derbarê vê blogê de nivîsiye. Em gelek kêfxweş û bextewerin ku rêzdar bloga me hêjayî nirxandinê ditiye û mînak nişan daye. Vê keda wî em hîn pirtir li nivîsandina blogeriya Kurdî gurtir kirin û moral da me.  Her çiqas em nekarîn qasî kesayetên weke wî kedê bidin zimanê Kurdî jî, me xwest qasî dilopekê be jî xwîdana me jî bikeve nava kedeke bi vî awayî. Em gelek û gelek malavahiya wî dikin. her wisa hineke rexne jî pêş xistine, em ê di nivîsên pêşdetir de li ser van esasan nivîsên xwe li ber çavan re derbas bikin. Şîroveya brêz a li ser malpera me kirî û nirxandina di bloga xwe de kirî, di malpera me de jî weke xelatekê hatiye weşandin.
                        Em weke Bloga xwezayi.blogspot.com ê, di kesayeta wî de hemû Blogerên zimanê Kurdî silav dikin.