Keyar/Kivark/Fungî(Mantar)




Keyar/Kivarik, demsala biharê dema xurîn/birûsk kete asîmanan û barana biharan dest pêkir, derdikevin. Demeke zû de mezin dibin û her wisa demek kin de jî hişk dibin. Nava gel de ji ber tama wan a xweş weke "Goştê Feqîran" jî tê binavkirin.
Keyarik, giyayeke xwezayî şîn dibe ye, ava wan ji nexweşiyên çavan re baş e. (Hedîsa Şerîf)

Naveroka Wan:
* Têr proteîn e
* Taybetmendiya wan a antîbiyotîk heye


JI ÇI RE BAŞ E:
Çav: Mirov ava wan biguvêşe û berde çavan de, nexweşiyên çavan(hêza dîtina çavan, edaba çavan) baş dike.
Westan: Xwarina keyarikan westana laşî kêm dike, hêzê dide laşê mirovan.
Bandora wan a neyînî:
Hinek keyarik bijehrin. Piştî xwarinê mihilandina wan zehmet e. Êşa bayê/romatizmayê zêde dikin. Divê kesê romatîzmaya wan heyî zêde nexwin. Dema keseke bi jehra keyarikan ket, mirov sêka bixwê bide wan baş e. 

2 comments:

  1. If you want to start with stick figures as your first steps towards drawing, you can use an oval shape for the head. Of course, an oval is just an imperfect circle, so you don't have to bother making it as perfectly done as possible. You can then make use of sticks or straight lines for the body, the arms and the legs. read manga online

    ReplyDelete
  2. Destê we sax bin
    Em jêre dibêjin karok.

    ReplyDelete