Showing posts with label Giya. Show all posts
Showing posts with label Giya. Show all posts

Rêvas/Reun Ribes(Uçkun/Işgın)



       Giyayeke demsala bihara zû ye. Di mehên gulanê de şîn dibin.  Li erdnîgariyên çiyayi şîn dibe. Her çiqas nêyên xwarin jî gelek taybetiyên wan ê baş hene. Bi riyên zanistî hatiye pişterastkirin ku dermanên her derdî ye. Dermaneke xwezayî ye di nava civakê de. Navê wan ê "Reun Ribes” e. Ev giyayê maka xweşiyê ya taybetî ji bo tekoşîna penceşêrê tê karanîn, ji bo nûjenbûna û pêşketina şaneyan/hücre pir baş e. Giyayê di encama lêkolînan de aşkere bûyî ku di nava xwe de cewherên kîmyevî dihewîne, di başkirina gelek nexweşiyên giran de tê karanîn. Li welat bi navê "Mûzên Zozana" tê binavkirin. Giyayê rêvasan ji aliyê hewandina wîtamîna C de gelek dewlemend e û wîtamînên A, B1, B2, E û K jî dihewîne. 

       Rêvasên, taybetî ji bo başkirina nexweşiya penceşêra xwînê/lösemî kêrhatiye. Ji aliyê naveroka xwe ya dewlemendiya polîfenolî ve jî gelek başkêş e. Giyayê rêvasan ê janên zik aram dike, xwarinê dide helandin, heman demê de vereşanê/dilavêtinê dide sekinandin. Rêvasên ji bo nexweşiyên şekir û tansiyonê jî derman, her wisa bandoreke xwe ya afrodîzyaqî jî heye. Bi derbaskirina qebizbûnê re ji bo nexweşiyên bêhntengê, bêhçikîn, cemidahiyê, hinavçûyînê û birînên hemoroîd, ûlserê jî baş e. Bi bandora xwe ya grîb, nexweşiyên heraretî, gurçik, westan, bêxewî û stresê jî hatiye nasîn. Taybetî ji bo sererastkirina şekirê xwînê bibandor e. 

Keyar/Kivark/Fungî(Mantar)




Keyar/Kivarik, demsala biharê dema xurîn/birûsk kete asîmanan û barana biharan dest pêkir, derdikevin. Demeke zû de mezin dibin û her wisa demek kin de jî hişk dibin. Nava gel de ji ber tama wan a xweş weke "Goştê Feqîran" jî tê binavkirin.
Keyarik, giyayeke xwezayî şîn dibe ye, ava wan ji nexweşiyên çavan re baş e. (Hedîsa Şerîf)

Gulbihar(Giyayê Kêvroşkî) / Tavşancıl Otu

Giyayê Gulbihar hema bêje li her deverên welat çêdibin. Di başkirina nexweşiya nemêriyê/kısırlık û aciziya zikî tê karanîn. Tama wê miz e. Li goreyî çavdêriyan, dema mozakeran daiye ser, serxweş bûye. 
Naveroka Wê:
  • Furocumarine
  • Rûnê difire
  • Tujiya baş
  • Kumarin
  • Glutamin
  • Arginin
  • Galakton
  • Araban
Bandorên Wê Yên Xirab tune ne. 
JI BO ÇI BAŞ E;

CATIR(Kekik)

      Catir; ji aliyê hêsin, manganez, potasyûm, kalsiyûm, mahnezyûm, û selenyûm ve gelek dewlemend e. Catir, di nava xwe de 0,35 mg wîtamîn, B6 û pîrîdoksînê dihewîne. Her wisa nava wê de wîtamîna A, asîda folîk, benzoîl peroksit û betakaroten heye.

Ji Çi Re Baş e?

1-   Bronşît Û Kuxik